Tükendi
Gelince Haber VerArvîn di temenê xwe yê zarokatiyê de hewl dide wateyê bide hin tiştan. Hertim di nav lêgerînekê de ye. Dixwaze ji nêz ve welatê xwe nas bike û tiştên bi serê gelê wê de hatine û tên, zanibe. Her çiqas ji welatê xwe dûr be jî hertim hiş û dilê wê li welat e. Dema dibe jineke ciwan êdî her tiştî baştir fêm dike û wateyê didiyê. Êdî ji xwe re hin armanc û xeyalan çêdike. Ji bo bigihêje armanca xwe bi şev û rojan difikire. Bi meraqeke mezin guh dide agahiyên ji welat tên. Dema agahiyeke nebixêr dibihîse pê gelekî aciz dibe. Wekî lingên wê li ser pizotên agir bin, nikare li cihê xwe rûnê. Bi demê re êdî xew bi çavên wê nabe. Dilê wê dişewite û diêşe. Ji nan û avê dibe. Di hişê wê de tenê hatina welat heye...